Destnimêja Xwe ya Siyasetê Bigirin

Parveke / Paylaş / Share

 

 

 

 

 

     Yek deqqê bisekinin! Ji bo Xwedê lo/ê!

     We li Sêrtê Edebiyata Kurdî dîtiye? Heke hûn bibînin ji kerema xwe re guhên wê bikişînin û wê bînin malê, ez ê jî lêxim.

     Dev ji vê siyaseta bêencam berdin, edebiyat digirî. Ji serê me zêde ne siyasetmedarên me. Çar gavan diavêjim bîst û pênc siyasetmedaran dibînim. Ma hûn kerr in, guhên we seh nake û çavên we nabîne? Li vê Sêrtê pirtûkxaneyek tune. Li vê Sêrtê tu dera ku pirtûkên Kurdî bê firotin tune ye. Li kirtasiyekê du sê heb pirtûkên Lokman Polat – eleqa wî û edebiyatê çî ye, vê xweyê! – hene. Herin wan jî bişewtînin…

     Şerm e!

     Piştî tirê kezî kurê…

     Gotin hebe çî ye tunebe çî ye. Begê min dê here felsefeya apê Karl Marks bike. Tu jî here! Ji xwe ser û binê me bûne Marks. Wexta ku meseleya kurdewarî dibe, xwe li paş de jî nahêlin haa. Xwîşka min jî strana Erol Berxwe(ne)dan – ê ku hunerê dilewtîne – guhdar dike. Kurdewarî li vê Sêrtê de ev qas nemirîbû.

     Me lê nihêrî şivanên me hemû Silo ne. Ji xwe xwarina me çilo ye! 

     An vî bajarî ji erdnîgariya Kurdistanê de derxînin an jî hêşînayî bikin. Wijdan li me nemaye ma? Pirtûkek tuneye yaaa.

     “Destmêja xwe ya siyasetê bigirin, wê qasî nîv saet din hevalek bi rûmet were fetwa we bide.” 

     Çi hevalek e û çi fetwayek e, wey Xwedê… Hevalê bi rûmet ji kerema xwe re deriyê xwe li ser xwe de bigre… Tu yê bicemidî. Dev ji siyasetê berde, diya te ji te re savar çêkiriye, here bixwe. Jixwe ku tu Kurd î, rawestana te ya siyasî heye. 

     Îsal tu kes tune ye perwerdehiya zimanê Kurdî bide. Par li Egitim – Senê perwerdehî hebû lê îsal ew perwerdehî jî 30 ê Sibatê, saet 25:61’an li tehtika qîrê dê were dayîn. Kes ne xwe bi xwediyê vî zimanî dike, ne jî ji bo vî zimanî dilê xwe reht dike. Lê gava ku roja 21ê Sibatê em hemû azadiya zimên dixwazin.

     Gelo, em ê kengî dev ji teorîsyeniyê berdin? Em ê rojeke daxwaziyê jî ji daxwaziyê bixwazin! Dev ji her tiştî berdin û herin li ser zinarekî, ji dilî helbesteke Ehmed Huseynî bixwînin.

     Herin pirtûka Firat Cewerî a bi navê “Ez ê Yekî Bikujim” bixwînin, paşê jî ramanên xweyê têr bîhn bikujin.

     Hey Mamoste, Your Students Are Very Liar!!!

     Mamoste Evdila Botî, pêwîst e ku tu dîsa dest bi mamostetiyê bikî, riya te vekirî be, serkeftin!

     Mamoste Kendal Mîrek, xwe nekuje û çîrokên xwe biweşîne!

     Mamoste Rojhilat Dêrsimî, kerem bike ev pirtûka “Gîtara Bê Tel” e!

     Mamoste Orhan Çelîk, xwe neveşêre..! Mamoste, nesîl û embesîlên nû dibê ne berhema te bin.

     Mamoste Çetîn Ozdemîr, dev ji wan gotinan berde û bi Kurdî bixwîne û binivîse…

     Mamoste M. Hêja Rana , dîsa dîsa nivîs, ji me ne dûr e pênc mîtro werîs…

     Mamoste İbrahim Sediyani, ji bejekî dûr li çar alî alikarî Kurdî…

     Mamoste İzzettin Oktay, li Berwariyê berfa zimanê kurdî bîne êdî…

     “Ez jî dev ji leyistoka Diamond Rush berdidim”

     Ey xwendekarên li zanîngehê! Min zêde aciz nekin, ez ê we bi gotinên Firat Cewerî û Helîm Yusif bixeniqînim haa! 

     Hûn diçin rêzeya “Hayat Devam Ediyor” bi Kurdî şîrove dikin… Welle ê ku dixwaze bikene bila were vê zanîngeha Sêrtê. 

     Diruşmeyên me ev in:

     – Ji bo xwedê “İddaa’ya Kurdî” derket, li hemû mûzîk marketan…

     – Kovara “Espriyên Qîzikên Kantînê” derket, li hemû pirtukxaneyan…

     – Were were… Çar kîlo “Slavên Ne Ji Dil” du milyon…

     – Ê ku pênc saet li internetê de sohbet bike, du saet jî diyariya me ye… 

     Deng ceribandin… Yek, du, sê…

     Xeta telefonê qetiya, bawer kim ku kes me nabihîse.

     KURDÎGEH

     1’Ê KANUN 2011


Parveke / Paylaş / Share

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir