Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd), îro rêcebiriya xwe ragihand.
Ji bo rayagiştî ya rêzdar û endamên çapemeniya hêja;
Em îro bi saya çapemeniya kedkar, ragihandina rêveberiya hereketek sivîl û rewa, ya Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd) pêk tînin.
Tê zanîn ku cîhana îroyîn da, bişavtina çandî û zimanî nakokiyên di nava civatê da kûrtir û mezintir dike. Mafê Kurdan yên zimên, li ser bingeha mafên pirzimanî mafekî rewa ye û nîşaneya rengê demokrasiyê ye û li gorî yasayên Dewletên Yekgirtî jî mafekî xwezayî û rewa ye.
Li ser vê bingehê, nasîna mafê Zimanê Kurdî ku li Tirkîyê ji alîyê bi milyonan Kurd va tê axaftin, dê nebe sedema perçebûnê, berovajî vê yekê dê bibe sedema pêkvejîyanê û xurtkirina bingeha demokrasiyê.
Rêvebirîya Herketa Zimanê Kurdî (HezKurd) bi van kesan pêk tê:
Berpirsê Koordinasyona Navendî: Fevzi BULGAN
Berdevkê HezKurdê: Barij CELALÎ
Berpirsa Karên Derve yî: Rûken YEŞÎLBÎNGOL
Berpirsê Karê Dîplomatîk: Fethûllah ELÇÎ
Berpirsê Karê Hiqûqî: Abdurrahîm GOZEGIR
Berpirsa Ciwanan: Leyla BABOSÎ
Berpirsê Ciwanan: Adem OK
Berpirsa Jinan: Zerya DILSOZ
Berpirsê Civakî: M. Said ÖZTÜRK
Endamên Rêvebirîya Navendî: Aydin DERE, İbrahim SÉDİYANÎ, Îrfan AMED
Hereketa Zimanê Kurdî, însîyatîvek sivîl û rewa ye û li dijî hemî cûreyên tundûtûjîyê ye. Û li ser bingeha yasayî û hiqûqî hatiye avakirin, daxwaza perwerdeya bi Zimanê Kurdî dike.
Hereketa Zimanê Kurdî, bi hemî çîniyên civakî pêk tê û li ser hemî partî û rêxistinên siyasî ra ye. Ti armanca wê ya siyasî, îdeolojîk nîne û xizmeta ti îdeolojîyan jî nake.
Hereketa Zimanê Kurdî, hereketek medenî, rewa û çandî ye. Bi xwebexşan ango dildaran pêk tê.
Armancên Hereketa Zimanê Kurdî; fermîbûna Zimanê Kurdî, perwerdeya bi Zimanê Kurdî û vegerîna navên Kurdî yên çandî û erdnîgarî.
Em wek Hereketa Zimanê Kurdî bang li hemû dezgehên neteweyî û navneteweyî, bang li hemû hunermend, aktîvîst û zanayan, bang li hemû kesayetiyên maf parêz dikin ku, di vê rêya rewa da piştigiriya me bikin.
Em dixwazin bê zanîn, ev rêya ku me daye li pêş xwe, heger serbikeve dê bibe sedema aramî, aştî û jiyaneke dadmendî.
Ji bo raya giştî radigihînin.
Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd)
HEZKURD
23’Ê RÊZBER 2020