Tu di sala nod û duduyanî,
Tu bûy nivîskarê me hemyanî.
Tu ronakbîrekî munewwerî,
Tu rojnamevan û nivîskarî.
Tu helbestvanî, tu rewşenbîrî,
Tu ramangerî, tu wêjekarî.
Tu keşşaf-geştiyar û seyyahî,
Tu çalakvanê warê jiyanî.
Tu dildarê mafê heywananî,
Tu cîgirê civaka însanî.
Tu nevyê Selaheddîn Eyyûbî,
Okçu Yûsûf û Sêdiyanî yî.
Tu di dazde salya xwe de xwedî,
Sê zimanên biyanî, Kurdî yî.
Xwendevanên birêz Sêdiyanî,
Sêdiyanî j’bo we hemya danî.
Neh berhemên hêja bi rûmetî,
Çar berhem ji wan bi vekolînî.
Du ji wan jî bi fikr û ramanî,
Yek ji wan jî bi lewnê helbestkî.
Yek jî nexşand l’qelbê zarokanî,
Yek ji wan jî bi lewnê cerbehî.
Xemilandin bo we Sêdiyanî,
Bi pênûs û qelemek zanyarî.
Ez dê navên her neh berhemanî,
Ji bo we bi rêbazekî şi’rî.
Nexşînim bi îlhama Bateyî,
Ji bo xatra keda Sêdiyanî.
Ew her neh berhemên hunera wî,
Bi rêznivîsî evene hemî:
Yekemîn berhema keda ji wî,
Xizmeta nirxên zimanê Kurdî.
Ew kire taca nirxên zimanî,
Lênexşandin hemî navên Kurdî.
Ew kir parêzgeha navên Kurdî,
Bi navek wateyî û dîrokî.
Keremkin hûn bixwînin wî navî:
“Adını Arayan Coğrafya”yî.
Navê wê, dinivîsim bi Kurdî:
“Erdnigarya li Navê Xwe Digerî”.
Navê berhema duyemîn danî:
“Gulîstan” ji nav baxça gulanî.
Ristin ji bo me bi şeş zimanî,
Bîst û pênç şi’rên tijî hunerî.
Şeş nivîsîn bi zimanê Kurdî,
Yên din bi pênç zimanên biyanî.
Yek helbest bi zimanê Cermenî,
Hevde ji wan bi zimanê Tirkî.
Bi hibra pênûsê Sêdiyanî,
Yek helbest jî rist bi şeş zimanî:
Bi Cermenî, Erebî û Farsî,
Bi Kurdî û Tirkî û Inglîskî.
Hemî ristin bi ‘ilmê hunerî,
Hunera qelemê Sêdiyanî.
Ji bo cumle netewên cîhanî,
Bêy ferq û cudahiya zimanî.
Bi evîndariya mirovahî,
Bi eşq û evînya Sêdiyanî.
Bi îlhama zimanê maderî,
Bi huneriya zimanê Kurdî.
Kire xweş numûne û mînak wî,
Qelemê Îbrahîm Sêdiyanî.
Ji bo giş Kurd, Tirk û Erebanî,
Ji bo hemî Cermen û Farsanî.
Nivîsî berhema sêyemînî:
Ji bo zarokan ew “Guldexwîn”î.
Te xweş xemilandî Sêdiyanî,
Ji bo zimanê giş zarokanî.
Te bi zarokên me Kurdan hemî,
Hînkir ziman û giş nirxên Kurdî.
Zar û zimanê dayika Kurdî,
Kilîlka çand û hunera Kurdî.
Çarem ji wî berhema Dîrokî:
Li ser doza Şêyx Seîdê Kurdî.
Lêkir navê doza Şêyx Seîdî,
Sêdiyanî lêkir navê Tirkî:
“Bütün Yönleriyle Şeyh Said Kıyamı”,
Ji bona giş mazlumên cîhanî.
Hînkir dîroka Qiyama Şêyxî,
Ji bo giş Musluman û Kurdanî.
Rastiya Qiyama Şêyx Seîdî,
Bi delîl-belgeyên rasteqînî.
Danî holê doz û de’wa wî,
Ji bo heqdîn û netewê Kurdî.
Te berhema pêncem nivîsî,
Bi evîndariya Sêdiyanî.
Lêkir te navek tijî evînî:
“Sözlerim Var Sevgiye Dair”î.
Bo birîna giş evîndaranî,
Te kir melhema giş birînanî.
Berhema te ya xweş şeşemînî,
Ya ku te lê kirî navê Tirkî:
“Siyah Devrim” ya bi hizr û fikrî,
Da ku rohn bibin rêkên reştarî.
Bi fikr û hizrên Şoreşa Reşî,
Ji bo dadê hemî mirovanî.
“Şoreşa Reşî” bi navê Kurdî,
Rakirin ji holê giş reştarî.
Berhema xweş ya ku heftemînî,
Bi navê Tirkî lê hate danî:
“Aydın Duruşu ve Erdemli Olmak”î,
Ew kir mînak ji bo me rêbazî.
Wekî ev nav bi zimanê Kurdî,
Di ête gotin û nivîsînî:
“Sekneya Ronakbîrî
Û Bi Dilpak Boyîn”î.
Ev berhem jî bi rêbaza hizrî,
Nivîsî Îbrahîm Sêdiyanî.
Ji bo hemî fikrîyat û hizrî,
Dewlemend bibin ji bo giş mafî.
Da ku heqîqet derkevît ji wî,
Pênûsê hemî ronakbîranî.
Berhema wî ya heştemînî jî,
Keda wî ya bi lêkolînerî.
Ji bo me ev navê xweş lê danî:
“Frizya ve Günümüzde Frizler”î.
Sêdiyanî b’qelemê seyyahî,
Yekemîncar bi Tirkî nivîsî.
Zilm û zordariya li ser tevî,
Hemî netewê Frîz û Frîzyayî.
Kir berhemek bingeh û çavkanî,
Ji bo xebatên li ser Frîzanî.
Xuyakir li her sê parçên Frîzî,
Û Frîzyayî ji hemî cîhanî.
Ji bo piştevanya doza Frîzî,
Qelemê ronakbîr Sêdiyanî.
Da xuyakirin ji giş cihanî,
Perçekirna her sê parçên Frîzî.
Di nabeyna xwînmêjên Xaçyanî:
Frengî, Saksonî û Felemengî.
Berhema dawî ya nehemînî:
Bi navê “Kadın Peygamberler”î.
Sêdiyanî bi taybet nivîsî,
Bi lêkolîn û vekolînerî.
Navê wê binivîsîm bi Kurdî:
Bi awayê “Peyamberên Jin”î.
Nivîst “Dîroka Peyamberan”î,
Yekemcar qelemê Sêdiyanî.
Berhema wan “Peyamberên Jin”î,
Nivîsî bi armancekî zanyarî.
Ne ji bo armancên ol û dînî,
Ji bo hurmeta jin û jiyanî.
Ne bi rêk û rêbazên nezerî,
Ew bi eqlî û delîlên ‘ilmî.
Da ristin ji bo hurmeta ‘ilmî,
Bi qelem û pênûsek zanyarî.
Ji bo şeref û namûsa dadî,
Ji bo serbilindiya jinanî.
Da diyar bît serkêşiya jinî,
Ji bo şaristanya mirovahî.
Serkêşî û rêberya jinanî,
Qet qedexe nekirye tu carî.
Ne Tewrat ne Încîl û Qur’anî,
Ne purtîk û berhemên Îlahî.
Ji bona jiyanek bi rûmetî,
Ji bo jinê gazya Sêdiyanî.
Li hemû zanyar û mêranî,
Bi rêkek ‘ilmî û feylesofî.
Ji bo jiyanekî mirovahî,
Diket xebat û qêrîn û gazî.
Bo xatra mîratê mirovahî,
Da bête nasîn heqî û dadî.
Heke qet na ête jîn jiyanî,
Bêy hurmeta maka mirovahî.
Bi lewnê fikr û raman û hizrî,
Bi terzê nivîskar Sêdiyanî.
Danî holê bo xizmeta insî,
Bi ked û terzê lêkolînerî.
Tu xweş zanyarekî feylesofî,
Hemî spas ji bo te Sêdiyanî.
Ez vê helbesta ku têr û tijî,
Bi giştî, ji dil dikim diyarî.
Li giş xwendevanên Sêdiyanî,
Bi taybetî ji bo Sêdiyanî.
Dikem diyarî û piştevanî,
Ji bo keda pênûsê zanyarî.
Bi nod û du beytên Kurdistanî,
Bi quwwet û destûra Allahî.
Li kenarî Behr û Gola Wanî,
Vê şi’ra ku min ji dil raçandî.
Di roja Sêşema Meha Tebaxî,
Sal du hizar û bîst û duyanî.
Bi îlhama Xecê û Sîpan î,
Bi îlhama Rêber û Rêzan î.
EXPRESS HABER
10’Ê TEBAXÊ 2022