GULDEXWÎN
Nivîskar:
İbrahim Sediyani
Wênesaz:
Zişan Özeke
≈ SİİRT’TEN ÖTE ≈
Beşî 3.
SÊVÊN GUNDÊ ME SOR BÛN
Guldexwîn tev hevalên xwe, pisînga wê Mîrcan, berxa wê Berxênaz, kurîyê wê Yêkdane û balindeya wê Zerpêrî li ava nevalê lihîstin, stranan gotîn û xwe şilkirin.
Dûra Guldexwîn hevalên xwere got,
– Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane, Zerpêrî!.. Werin em biçin bostana fêkî. Em daran sêv kombikin. Dilê min sêv dixweze.
Hevalên Guldexwîn jî bersiv dan wê:
– Mîyaûûû!… Mîyaûûû!…
– Meeeee!… Meeeee!…
– Aaaîîîîî!… Aaaîîîîî!…
– Cîk cîk cîk cîîîîîk!… Cîk cîk cîk cîîîîîk!…
Kîngê Guldexwîn û hevalên wê li alî bostana fêkî dan rê, li ser rêda rastî Sîyabend bûn.
Sîyabend kurê Hecî Îsmaîl û Ayşan Xanim bû. Ew li gund cîranên malbata Guldexwînin.
Wexta Sîyabend dît ku Guldexwîn tev Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî bi kêyfxweşî bazdidin, rêya wan birand û pir bi çavzelkî pirsîya:
– Rojbaş Guldexwîn… Wun ha lezgîn diçin ku?
Guldexwîn kenîya:
– Rojbaş Sîyabend… Nabêjim, nabêjim. Em diçin ku, tera nabêjim…
Sîyabend ber li gerîya:
– Guldexwîn! Fermû!… Ez ber te digerim bibêje, wun diçin ku?
Guldexwîn ber heterê Sîyabend ranegirt:
– Temam, temam! Ez tere dibêjim. Em diçin bostana fêkî. Dilê me sêv xwest. Em diçin xwere sêvan komdikin.
Sîyabend pir şabû:
– Hûrraaa, bijîîî! Ez jî tev we têm.
– Tû jî tev me têyî?
– Belê.
– Çima?
– Ê dilê min jî sêv dixweze. Ez jî sêvan pir hezdikim.
– Hmmmm! Temam, tû jî kanî tev me bêyî. Lêbelê şertek min heye.
– Iiiih? Şertek te heye…
– Belê.
– Çîye?
– Sêvên sor ez dixwum. Tu tenê sêvên hêşin û zer dixwûyî.
Li ber vî şerta Guldexwîn, Sîyabend pir bi deng kenîya:
– Hahahahahaha… Guldexwîn, te ez ji kena hişk kirim. Keçê, li gundê me sêv zêdetir çi heye? Her derê gûndê me dara sêvanê. Kîjan hezdikî vîyan bixwe, çiqas kanî weqas bixwe.
Guldexwîn heq da Sîyabend û got,
– Wê çaxê, em ser çi disekinin? De hadê….
– Hûrraaa, bijîîî… Em diçin sêvan…
– Mîyaûûû!…
– Meeeee!…
– Aaaîîîîî!…
– Cîk cîk cîk cîîîîîk!…
Guldexwîn, Sîyabend, Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî hevra bazdan û rêda stranan gotin:
– Sîyabend! Çima ser wê daran sêvên şîn negirtîye?
Li ber vî pirsa Guldexwîn, Sîyabend pir bi deng kenîya:
– Hahahahahaha… Guldexwîn, keçê sêv caran şîn dibin? Qay tenê sê rengên sêvan hene: Sor, hêşin û zer.
– Hmmm… Lê hermî?
– Hermî jî du rengên xwe hene: Zer û hêşin.
– Hmmm… Lê kîraz?
– Kîraz jî sorin.
– Hmmm, lêbelê fêkîyên şîn qe tunnin?
– Hene. Embaz hulîzerk û alinçe şîn dibin.
– Belêee… Hulîzerk û alinçe şîn dibin. Sîyabend, tu zanî, ez sîrûştê pir hezdikim. Daran, kûlîlkan, fêkî û sebzan, gol û nevalan, çîya û zozanan, gund û bostanan, berf û baran, ro û ewran, hîv û stêrkan…
– Ez jî Guldexwîn, ez jî. Ez jî sîrûştê pir hezdikim. Xwedê me jî, heywanan jî û sîrûştê jî pir rind çêkirîye.
– Belê.
– De hadê Guldexwîn, gelê em bo çi hatin vira? Em biçin sêvan kombikin.
Guldexwîn û Sîyabend hevra çûn cem dara sêvan. Lêbelê dar pir mezin bûn. Bejna wan nedigîşt gulîyê daran.
Sîyabend mijûl bû û got,
– Destên min nagîhê gulîyan, Guldexwîn. Em çawa bikin?
Guldexwîn jî mijûl kir:
– Ez jî nizanim, em çawa bikin?
Xaftila Yêkdane, kurîyê Guldexwîn tîzik havit û hat cem wan:
– Aaaîîîîî!… Aaaîîîîî!…
Guldexwîn û Sîyabend pir şabûn:
– Hûrraaa, bijîîî… Em ser sîwarê Yêkdane biiiin…
Yêkdane hat bin darê. Guldexwîn sîwarê wî bû. Sîyabend jî jêrda mêzedikir.
Kîngê Guldexwîn sîwarê Yêkdane bû, destên wê ghîşt gulîyên darê. Guldexwîn gellek sêvên sor jêkir û havit erdê. Sîyabend jî wan sêvan ku Guldexwîn davê erdê, hemo komdikir.
Yêkdane mêze Sîyabend dikir û kêyfa wî dihat. Berxênaz mêze Yêkdane dikir û kêyfa wê dihat. Mîrcan hilkişîya ser darê û mêze Guldexwîn dikir. Zerpêrî jî digot “Cîk cîk cîk cîîîîîk” û ser daran firdida û xwe ser gulîyan dadan.
(domî dike)
SİİRT’TEN ÖTE
29’Ê NÎSAN 2012