GULDEXWÎN
Nivîskar:
İbrahim Sediyani
Wênesaz:
Zişan Özeke
≈ SİİRT’TEN ÖTE ≈
Beşî 4.
GULDEXWÎN Lİ DÎLANA ROVÎYAN GOVEND DİGRE
Îro ji bo Guldexwîn rojek pir serpêhatî bû.
Sibe zûde hişyar bû, xwernîyek pir xweş kir û xwe avit der. Tev hevalên xwe Mîrcan, pisînga dilocan, Berxênaz, berxek pir bi naz, Yêkdane, kûrîyek gerdane û her dem amade, û Zerpêrî, mîna bext firdide û tê ser serî, heya êvarê lîst Guldexwîn.
Sifte çûn cem nevala gund. Dor nevalê stranan gotin û dilên xwe şa kirin.
Guldexwîn lingên xwe kir nav avê. Ava sar û paqij.
Neval hember rindtîya Guldexwîn çavnebar bû. Kîngê Guldexwîn bi çavên heyran mêze nevalê dikir, neval jî dor rindtîya ruyê Guldexwîn aşiq bû.
Bihar hatîye gund. Dem dema evînêye.
Lêbelê sîrûşt jî pir xweş dizane kû, evîna mezin li dilê zaroken hêşin dibe.
Bapîrê Guldexwîn Seyda Ehmed jî tim wer digot: “Destên mrovên azew destên zarokan mezintirin, lêbelê qelbê zarokan qelbê azewan mezintirin.”
Dura jî rastî Sîyabend, kurê Hecî Îsmaîl û Ayşan Xanim bûn. Ew li gund cîranên malbata Guldexwînin.
Hevra çûn bostana fêkî, xwere sêvên sor komkirin.
Wexta êvar bû, Guldexwîn û hevalên wê Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî, ji Sîyabend xatir xwestin û vegerîyan mal.
Kîngê Guldexwîn hat mal, bapîrê wê Seyda Ehmed gellek şa bû:
– Guldexwîn, Guldexwîn, keça min, kulîlka min, berxa mal û malbata min! Tu xêr hatî. Min îro pir bîrîya te kirîye.
Guldexwîn got “Bavooo” û xwe avit ser Seyda Ehmed.
Seyda Ehmed newîya xwe girt hemêza xwe û hezkir. Seyda Ehmed bi evînî gewrîyên Guldexwîn paçîkir û newîya xwere hêvîdar bû:
– Keçê, keçê, keçê… Xwedê omrê te dirêj ke. Xwedê Telâlâ te biparizîne.
Lêbelê çaxa dît ku Guldexwîn li hemêza Seyda Ehmed e, dapîra wê Dilşa Xanim hat cem wan û got:
– Guldexwîn, Guldexwîn, keça min, kulîlka min! Te ç,ima sifte devruyê xwe neşoşt? Tû dixwezî Seyda devruyê te ha qiler paçî bike?
Li ber vî gotina Dilşa Xanim, Seyyda Ehmed pir bi deng kenîya:
– Hahahahahaha… Dilşa Xanim rast dibêje, Guldexwîn!.. Aha! Te devruyê xwe neşoşt û min ji ha te paçîkir. Wax liminêeee, ez çib’kim? Setama te nha devê min jî qilêr bû…
Seyda Ehmed û Dilşa Xanim hevra kenîyan. Lê Guldexwîn jî tev wan kenîya.
Guldexwîn çû devruyê xwe şoşt û Dilşa Xanim jî sifre amade kir. Hevra rûniştin ser sifrê û şîva xwe kirin.
Dû xwerîna şîvê ji bo Guldexwîn dema xewê hat. Seyda Ehmed newîya xwe Guldexwîn paçî kir û got:
– Xewbaş, Guldexwîn. Xwedê rehetî bide te.
Dilşa Xanim keçika rind mîna kulîlkan bir urfeyê xwê. Kirasê wê kesk derxist û kincên şevîn lêkir.
Guldexwîn ket cila xwe û got:
– Dayêêê… Minre çîrokan bibêje.
Dilşa Xanim kenîya, newîya xwe paçî kir û got:
– Guldexwîn, Guldexwîn, berxa mal û malbata min! Xwewerî ez tera çîrokan dibêjim.
Guldexwîn pir şa bû.
Dilşa Xanim cem wê rûnişt û despê çîroka kir:
– Wê rojê rengê hewayê ne wekî her demê vekirî û paqij bû. Tirêjên tavê kêmtir û hewa jî sartir bû. Rengên dara zertir qerebalixa çûkan zêdetir bû. Çûkên li daristanê bi lez û bez difirîn û ber bi gelîyê jîr ve diçûn.
Ji dûr ve komên ewran hêdi hêdi ber bi daristana Çîyayê Cûdî ve dihatin. Di nêv qerebalixa çûkan de rovîyek birçî di nêv daristanê de hêdi hêdi ber bi nêçîra xwe ve diçû.
Belçimên dara bi hewarî ji dara di ketin erdê. Ji ber wê her gavek ya rovî zêdeyî ve deng der diêxist.
Nêçira rovî çûka reş erd dikola û kirmên axê derdiêxist. Rovî nêzik çûka reş bû lê ewrên gewr weke nehêli rovî nêçîrê bike dest bi baranê kir û çûka reş ji ber baranê firî û çû.
Rovîyê gewr birçî û aciz seyra çûyîna çûka reş kir û careka dî birçî ket nêv daristanê û ber bi mala xwe ve çû. Her gav dilopên baranê zêdetir diketin erde.
Rovîyê gewr ji çend newal û kendalan derbas bû û hat binê darek ya mazî û li wê derê sekinî.
Rovî şil û westayî bû. Rûnişt binê darê û ma li hêvîya vekirina baranê. Lê ewrên baranê li ser daristanê kêm nebûn. Dengê baranê, xişinya dar û belçiman hemî deng winda kiribûn û tejî daristanede tirs kiribû.
Rovîye gewr ji tirsa rûnişt ber qurmê darê û bêdeng ma. Çavê xwe zil kir û guhê xwe da dor û berê xwe.
Piştî çend wextan baran kêm bû ewrên reş hêdî hêdi ji daristanê dûr ketin.
Carekê ji geliyê jîr dengekê nazik û tirsonek hat gûhê rovîyî. Rovî bi lez rabû ser pêyê xwe û fekir gelîyê jîr. Rovîyê gewr dizanî ev dengê ji dûr ve tê dengê roviyan e û ber bi dengî ve ket ser rê û çû gelîyê jîr.
Di kaş û kendalan de hat xwarê û ket di nêv daristanê de. Careka dî guhê xwe da dora xwe û ber bi dengî ve çû. Fekir li binê dareka mezin rovîyek mê ya rûniştî. Rovîya mê ji serma dovê xwe li xwe alandî û serê xwe danîbû ser belçimên şil. Çavên wê zil bûbû û pêyê wê şikestibû. Rovîyê gewr hedî hêdî nêzik rovîya mê bû.
Dêhlerovîyê serê xwe rakir û got:
– Tû kîyî?
Rovîye gewr:
– Netirse… Ez ne neyyarim. Ez rovîyê newala sorim. Min dengê te seh kir ji ber wê ez hatim vê derê. Ez hatim arîkarîyê bidim te. Ka bêje; tu kîyî? Tu li van deran çi dikî?
Dêhlerovî:
– Ez rovîya geliyê jorim. Ez ser newalekêre derbas dibûm. Lê ji ber baranê newal tejî av bûbû û ez li ber lehîyê ketim û min pêyê xwe şikênand. Ji êvarî ve ez li bine vê darême.
Roviyê gewr:
– Ka ez çawê arîkariyê bidim te…
Dêhlerovî:
– Mala min ya li geliyê jor. Ger tu min bibî wê derê, ez ê gelek kêfxweş bibim.
Rovîyê gewr:
– Ezê te bibim mala te.
Û her du rovî hêdî hêdî ketin ser rê û çûn mala rovîya mê.
Mala rovîya mê li binê darekê, li rexa kevirek mezin bû. Derîyê malê teng mal ve fireh bû. Belçimên daran li ber derî kom bûbûn.
Her du rovî hatin ber derî û çûn malve. Û Her du rovîyên westayî ketin xewê.
Piştî wê şeva dûr û dirêj di nêv çiqilên daranre tirêjên tavê hat mala rovî. Rovîyê gewr çavê xwe vekir û hat ber derî.
Ji derve bêhna xweş û paqij ji axê dihat. Rovî nefesik kûr kişand û di jorde seyra geliyê jîr kir.
Germahîya tavê kêfxweşî êxistîbû nêv daristanê. Dengê teyran, pezkovîyan ji geliyê jîr dihat. Hemî heywaneta weke sipasiyên xwe rêkin ji tavê re laşê xwe li ber tavê germ dikirin.
Di nêv vê kêfxweşiyêde rovîyê gewr li daristanêde li tiştek ya xwarnê geriya. Rovî li daristanê geriya û demekê li bine darekê gurîyek reş dît. Gûrê reş pez kovîyek girtibû û goştê wê dixwar.
Rovîyê gewr ji ber gûrî xwe veşart pişta kevirekê û seyra gûrî kir. Gûrê reş têr goşt xwer û hêdî hêdî di nêv daristanêde winda bû.
Rovîyê gewr çû ser kelaşê pez kovîyê û parçeyek mezin jê kir û bir mala rovîya mê. Rovîyê gewr parçeya goştê taze danî ber jinê û her du rovîyan bi hevre xwarin.
Her roj rovîye gewr ji rovîya mêre xwerin dianî û piştî çend hefteyan pêyê rovîya mê sax bû û rovîya mê weke her demê carek dî di nêv daristanêde kêfxweş û dilşad gerîya.
Piştî wan rojên xweş hewa cemidî û ewrên zivistanê sere çîyan girt û daristana Çîyayê Cudî yî hêdî hêdî ma di bin berfê de…
Daristana xêr û bereket di bin berfê de bêhnteng bû û roj bi roj ma hêvîya biharê…
Her dû rovî bûn jin û mêrên hev…
Ketin nêv daristanê, kêyf û seyranê.
Dilşa Xanim wexta çîroka xwe xelaskir, Guldexwîn çavên xwe piçûk kîpkir ket xewê.
Guldexwîn, xewêde xemdek dît.
Xemdêde Guldexwîn nav daristanêde bû. Dû heb rovî zewicîyan û daristanêde hemî heyvanan dîlana wan dikir.
Guldexwîn li dîlana rovîyan govend digirt û stranan digot:
– Daristan warê heywanane, dîlan dîlana rovîyane.
(domî dike)
SİİRT’TEN ÖTE
2’YÊ HZÊRAN 2012