GULDEXWÎN
Nivîskar:
İbrahim Sediyani
Wênesaz:
Zişan Özeke
≈ SİİRT’TEN ÖTE ≈
Beşî 6.
ZAROKÊN ŞEMZÎNAN ŞEKİRÊN ÎDÊNE
Îro Guldexwîn gellek peroşîn hişyar bû. Lewra îro Îda Remezanê bû.
Bapîrê wê Seyda Ehmed duh êvarê newîya xwe Guldexwîn re got:
“Remezan, xelata Xwedê Teâlâ ji bo hemî însanane. Rojî ji bo mezinan, îd jî ji bo zarokane. Xelata mezinan, rojî, sî roj, xelata zarokan, îd jî sê rojin. Guldexwîna min, kulîlka min! Rojên me mezinan îşev xelas bûn. Me sî roj rojîyên xwe girt. Sibe jî rojên we zarokan destpê dike. Îda Remezanê. Rojên we zarokan sê rojên. Vîya sê rojan dilê te çi dixweze bibêje, şerm neke. Emê mezın zarokan çiqas dilgeş bikin, Xwedê Têâlâ jî mere weqas dilşa dibe.”
Wexta Guldexwîn sibe hişyar bû, xaftila ser cilê tilda û li lerdîganan bazda jêr, çû cem dapîra xwe Dilşa Xanim û destên wê pêgirt:
– Dayê! Destên xwe bide ez paçî kim, îda te pîroz bikim.
Li ber wî bizava Guldexwîn, Dilşa Xanim bi deng kenîya:
– Hahahaha… Guldexwîna min, kulîlka porzera min! Dema cejnê hîna destpê nekir. Lewra mêran hîn nimêja îdê nekirin. Kîngê Seyda Ehmed mizgeftê vegerîya, cejna Remezanê wêçaxê destpê dike.
– Hiii… Lê Seyda Ehmed kîngê mizgeftê vedigere?
– Pir nemaye, gula min! Hinek sebr bike.
– Lê ez heta vîçaxê çi bikim?
– Haha.. Were metbaxê minre alikarî bike. Em hevra xwernîyê amade bikin.
– Belêêê, got Guldexwîn, û gellek şa bû.
Guldexwîn û dapira wê Dilşa Xanim hevra xwernîyê amade kirin, sifre xemilandin.
Çend deqqe şûva Seyda Ehmed hat:
– Siba we xêr, gula mina mezin bi reng sorik û gula mina piçûk bi reng zerik.
Li ber vî îltîfatên Seyda Ehmed, Dilşa Xanim û Guldexwîn gellek dilgeş bûn:
– Siba te jî xêr, Seyda. Xwedê te li serê me kêm neke.
– Ê de werin em îda hev pîroz bikin. Guldexwîn, de hadê!..
Seyda Ehmed û Dilşa Xanim çûn ser palkursî rûniştin. Guldexwîn jî hat sifte destên Seyda Ehmed, dûra jî destên Dilşa Xanim paçî kir:
– Îda we pîroz be.
– Îda te jî pîroz be Guldexwîn. Xwedê omrê te dirêj bike.
Dura Seyda Ehmed dest avit girfanê xwe û hinek pere derxist:
– Hah, Guldexwîna min! Vîyan jî xercîyê teye.
– Zor spas, bavo!
Wexta dûra jî Seyda Ehmed û Dilşa Xanim îdên hev pîroz kirin, Guldexwîn mûriza xwe tirş kir û got:
– Too, îd pîroz kirin caran ha dibeee? Tenê pê gotinê? Na, ha nabe. Bila Seyda li Xanim paçî bike.
Seyda Ehmed li ber vê gotina Guldexwîn pir hişk dikene. Dilşa Xanim jî destê xwe dibe ber devê xwe û dibêje:
– Vişşşş! Keça min, eybe eyb. Va çi qezîne tu dibêji?
Seyda Ehmed hîn a hîn dikene. Lêbelê Guldexwîn heter dike:
– Naaaa, naaaa! Îd pîroz kirin ha nabe! Ger Seyda Xanim paçî bike…
Seyda Ehmed pêtivî, Dilşa Xanim paçî dike. Dilşa Xanim dikene û dibêje:
– Guldexwîn, Guldexwîn! Ez ji tere bibêjim çi? Te dîsa soxinî marîfeta xwe mere nîşan da.
Dura Seyda Ehmed newîya xwe Guldexwîn digre hemêza xwe û wêre dibêje:
– Keça min! Cejn cejna we zarokane. De hâdê here der, tev hevalên xwe cejnên hev pîroz bikin û hevra biçin şekir kom bikin.
– Hûrraaaa, bijîîî, dibêje Guldexwîn û diavê der.
Guldexwîn diçe der û baz dide.
Li kolanê rastî hevalên xwe Sîyabend û Rozerîn dibe. Silav dide hevalên xwe:
– Rojbaş Sîyabend… Rojbaş Rozerîn…
– Rojbaş Guldexwîn…
– Îda we her dûyan pîroz be.
– Îda te jî pîroz be. Kûva?
– Ezê jî dihatîm cem we. Bapîrê min Seyda Ehmed got, rojên îd rojên zarokane.
– Belêêê… De em biçin şekir kom bikin.
Guldexwîn, Sîyabend û Rozerîn, li destên wande tûrê naylon pir bi dilgeşî bazdan.
Mal bi mal digerîyan, derî dixistin. Wexte kesik derî vedikir, her sê hevra digotin:
– Rojbaş, Rojbaş… Îda we pîroz be… Rojên îd rojên zarokane… Em hatin ji bo şekir û xercîyên xwe.
Mal bi mal digerîyan, Guldexwîn, Sîyabend û Rozerîn. Wexta nav kolanan bazdidan, hevra stranan digotin:
Xwudîyên malan li ber vîya mehvanên pçûk gellek şa dibûn. Şekir didan van mehbanên pçûk, xercî didan. Her du çavên wan morî paçî dikirin, her du gewrîyên wan şêrîn paçî dikirin.
Guldexwîn, Sîyabend û Rozerîn heta dema esrê şekir kom kirin. Barek şekirê wan bû.
Dema esrê vegerîyan mala malbata Guldexwîn. Lê wexta atin mala malbata Guldexwîn, dîtin ku dê û bavê Sîyabend jî, dê û bavê Rozerîn wane wirane. Bûna mehvanê Seyda Ehmed û Dilşa Xanim.
Atine îda wan pîroz dikin.
Ayşan Xanim û Hecî Îsmail, dê û bavê Sîyabend, bûne mehvanê Dilşa Xanim û Seyda Ehmed.
Gulazer Xatûn û Ferhat Efendî, dê û bavê Rozerîn, bûne mehvanê Dilşa Xanim û Seyda Ehmed.
Kîngê zarokên cejna zarokan, zarokên mîna kulîlkên Şemzînan, atin hindir mal, bazdan hemêzên mezinan.
Seyda Ehmed, Dilşa Xanim, Hecî Îsmaîl, Ayşan Xanîm, Ferhat Efendî, Gulazer Xatûn, pir kêyfxweş bûn.
Ew zarokên şêrîn, Guldexwîn, Sîyabend û Rozerîn girtin hemêzên xwe û têr bi têr hez kirin. Hez kirin û têr bi têr paçî kirin.
Îro, roja îdê bû. Lê îd, cejna Şemzînan bû.
Zarokên Şemzînan jî şekirên wê cejna manîdar bûn.
Şemzînaaaaan, Şemzînan. Roja roja teye, îd îda zarokên tene.
Îda te mubarek be, Şemzînan.
(domî dike)
SİİRT’TEN ÖTE
29’Ê TÎRMEH 2012