GULDEXWÎN
Nivîskar:
İbrahim Sediyani
Wênesaz:
Zişan Özeke
≈ SİİRT’TEN ÖTE ≈
Beşî 7.
GULDEXWÎN Û ROZERÎN MERA HAWÊRNASÎ LÛL DİKİN
Guldexwîn îro dapîra wê Dilşa Xanim hişyar kir:
– Guldexwîn, keça min!… De rabe sibe bû. Îro te çi bûye, gula min? Ger ez te hişyar nkim, tû heta êvarê xewê ra nabî…
– İiimmhh… Çawa ha zû dîsa sibe bû… Ez terê xewê nebûm…
Dilşa Xanim hat xurfeyê Guldexwîn. Ber newîya xwe runişt û dest avit serê wê. Porên Guldexwîn a zerik mist da:
– Kulîlka min, were ez xweş serê te bişom, bila rûh û vejîn bê li tera.
Dilşa Xanim keça piçûk hemêzkir û bir der, ber şmûka malê. Reda jî têr bi têr paçî dikir û hez dikir.
Legan tujî ava germ kir. Kirasên Guldexwîn derxist û keça rindî kir nav leganê.
Guldexwîn gellek şa bû. Lewra Guldexwîn avê û serşuştinê pir hez dikir.
Şemzînan îro dîsa rojek mîna beheşt dijiya. Hilata ro berbang ser sirûştê, sirûşt jî gundê Nehrî bi heft rengan xemiland.
Rojek nuh, jiyanek nuh..
Rojbaş bajarokê Şemzînan… Rojbaş gûndê Nehrî…
Lêbelê wexta Dilşa Xanim serê Guldexwîn dişuşt, Guldexwîn nav leganê ne rehet disekiniya. Dixwest kû tev kefê avê bilîze û wexta pê destên xwe piçûk dû kefan diçû, him xwe him jî Dilşa Xanim şil dikir.
Dilşa Xanim jî kêfa xwe dihat, li ber vîya lîstoka Guldexwîn. Dilşa Xanim him serê Guldewxîn dişoşt, him jî keça xwere stranan digot:
Kîngê serîşuştina Guldewxîn xelas bû, Dilşa Xanim mêraca wê piçuk û teze pê xavlîyê zha kir û kincê wê kesk lêkir.
Dûra xwernîyek xweş ji bo Guldexwîn amade kir. Pendîr û riçal dihanî ser sifrê. Guldexwîn gellek kêfxweş bû. Lêbelê Guldexwîn pendîr û riçal pir hezdikir.
Guldexwîn xwernîye xwe xwer, zikê xwe piçûk têr kir. Dilşa Xanim sifre rakir û keça xwere got:
– Afîyet û noşîcan be, keça minre. Guldewxîn, te xwernîye xwe xelas kir. Nha dikarî biçî der û bilîzî.
– Hûrraaaa, bijîîî…
Guldewxîn dapîra xwere spas kir û xwe avêt der. Çaxa çu der, banga hevalên xwe Mîrcan, Yêkdane, Berxênaz, Mîrcan û Zerperî kir û hevalên wê jî bi şahîya geşî bersiv dan Guldexwîn:
– Mîrcaaaaan, Mîrcaaaaan! Rojbaş, ez hatim Mîrcan!…
– Mîyaûûû!… Mîyaûûû!…
– Berxênaaaaaz, Berxênaaaaaz! Rojbaş, ez hatim Berxênaz!…
– Meeeee!… Meeeee!….
– Yêkdaneeeee, Yêkdaneeeee!… Rojbaş, ez hatim Yêkdane!…
– Aaaaîîîîî!… Aaaaîîîîî!…
– Zerpêrîîîîî, Zerpêrîîîîî!… Rojbaş, ez hatim Zerpêrî!…
– Cîk cîk cîk cîîîîîk!… Cîk cîk cîk cîîîîîk!…
Hevalên Guldewxîn dora wê kombûn. Dura Guldexwîn tev wan li hember mala malbata hevala xwe Rozerîn bazda.
Wexta hat ber derîyê malê, banga Rozerîn kir:
– Rozerîîîîîn!… Rozerîîîîîn!…
Kîngê dengê Guldexwîn hat, Rozerîn hema xwe avit der û hat cem wê:
– Guldexwîîîîîn!…. Rojbaş!… Tu xêr hatî…
Guldexwîn got,
– Rojbaş, Rozerîn. Ma tû zanî, dapîra min Dilşa Xanim serê min şuşt, dûra min xwernîya xwe kir, têr bi têr pendîr û riçal xwer. Dûra Dilşa Xanim minre got, “Biçe der, tev Rozerîn bilîzin.”
Rozerîn gellek şa bû:
– Pir xweş bûye… Lê tû zanî, dîya min Gulazer Xatûn jî serê min şuşt, dûra min jî xwernîya xer kir. Gulazer Xatûn minre got, “Biçe der, tev Guldexwîn bilîze.”
– Bijîîî!… De were em hevra bilîzin. Em herin nevala gundê me.
– Temam, serçavan.
Dura hat hişya Guldexwîn û Rozerîn re pirsîya:
– Rozerîn, te pê çi xwernîya xwe kir?
Rozerîn hêlkî destê xwe da ser zikê xwe û mist da, hêlkî jî zimanê xwe derxist û lêvên xwe alast û bersiv da:
– Min aqit xwer, qelî xwer.
Guldexwîn û Rozerîn, tev Mîrcan, Yêkdane, Berxênaz û Zerpêrî li hember nevalê bazdan.
Wexta hatin cem nevalek piçûk û bedev, Guldexwîn û Rozerîn paşla xwe rakirin û gotin:
– Em bikevin nav avê!…
Rozerîn lingin xwe kir nav avê û got:
– Vişşş!.. Av sareeee, sareeee… Guldexwîn, av gellek sare.
Guldexwîn bersiv da:
– Ta nabe, Rozerîn. Bila sar be. Av xweşe.
Hevalên wan, Mîrcan, Yêkdane, Berxênaz û Zerpêrî, ew halên kenok li Guldexwîn û Rozerîn kenîyan. Wan jî serda kenîyan.
Guldexwîn û Rozerîn gundê xwe, sirûştê, kulîlkan û nevalan pir hezdikin. Wexta avê bibînin, damîş û aram nadikin.
Guldexwîn got:
– Rozerîn, tû zanî bapîrê min Seyda Ehmed rojek minre çi got:
– Na. Çi got?
– “Kî gundê xwe û welatê xwe hezbike, Xwedê jî wan hezdike.
Kî sirûştê, kulîlkan û nevalan pir hezbike, ew jî wek wan kulîlkan û nevalan rindik dibe. Kî sirûştê, kulîlkan û nevalan hezneke, qelbê wan jî rûyê wan jî qefçil dibin.
Guldexwîna min! Xwedê Teâlâ, vîyan tabîat pir rind çêkirîye. Lewra tu jî tabîatê pir hezdikî, Xwedê te ha rindik kirîye.
Keça min! Tu zanî, çima porên te ha rindikin? Lewra tu ewr û asimanan pir hezdikî.
Tu zanî, çima rûyê te û dewrûyê te ha rindike? Lewra tu gundê xwe û welatê xwe pir hezdikî.
Tu zanî, çima va her du çavên te ha rindikin? Lewra tu avê û nevalan pir hezdikî.
Tu zanî, çima va devrûyên te ha rindikin? Lewra tu daran û kulîlkan pir hezdikî.
Tu zanî, çima devê te û lêvên te ha rindikin? Lewra tu pisîngan, berxan, kurîyan û balindeyan, hemî heywanan pir hezdikî.
Hinek mirovên bêbext hene, qelbê wan reş û rûhê wan qilêr bûye. Ew bûne dujminê tabiat û sirûştê. Ew daristanan dışewitînin. Behran qilêr dikin. Golan ziha dikin. Li ser nevalan barajan çêdikin, nahêlin bila ava neval serbest birêje. Ew heywananre ezîyet dikin, kuçik û pisîngan birçî dihêlin, zikên heywanen bêkes têr nakin.
Xwedê Teâlâ vîya tabîat û sirûşt, emanet daye me însanan. Ger em tabîat biparizînin, ger em heywanan merhamet bikin, ger em ax û av, axa welatê me, neval û golên welatê me hezbikin.
Kî tabiatê hezbike, kî welatê xwe hezbike, kî gelê xwe hezbike û ji bo serfîrazîya mîlletê xwe û ji bo serxwebûna welatê xwe xebat bike, Xwedê Teâlâ Rabb’ûl Alemîn jî wan hezdike.”
Wexta Guldexwîn şîret û gotinên Seyda Ehmed qisse kir, dilê Rozerîn a piçûk gellek germ bû.
Rozerîn paşla xwe rakir û ket nav ava nevalê. Mêze avê kir, mêze gundê xwe kir, mêze dar û kulîlkan kir, mêze çîya û zozanan kir.
Rozerîn mêze hevalên xwe kir û qêrîya pir bi nav û deng:
– Ez gundê xwe û welatê xwe pir hezdikim!…
Ez tabîat û sirûştê pir hezdikim!…
Ez dar û kulîlkan, gol û nevalan pir hezdikim!..
Ez pisîngan, berxan, kurîyan û balindeyan pir hezdikim!…
Ez vi dîyarî bir hezdikim!…
Şemzînan, Şemzînan! Ez te pir hezdikim.
(domî dike)
SİİRT’TEN ÖTE
22’YÊ ÎLON 2012