Payîz Tu Pir Zerî yan Guldexwîn?

Parveke / Paylaş / Share

 

 

 

 

 

 

GULDEXWÎN

Nivîskar:

İbrahim Sediyani

Wênesaz:

Zişan Özeke

≈ SİİRT’TEN ÖTE ≈

sediyani guldexwin

 

Beşî 8. 

PAYÎZ TU PİR ZERÎ YAN GULDEXWÎN?

     Payîza zer, hêlima xwe hînik bi peyxamî pêfî li ser Şemzînan ê.

     Ba li pencirê dixist. Dengê ba mîna notayên stranan dihat hundurê malan.

     Guldexwîn, keça rindik wek sîrûşt, porzer mîna payîzê, ruspî mîna zvistanê, çavronî mîna biharê û xwîngerm mîna havînê, pir bi kêfxweşî û dilocanî hişyar bû.

     Wexta rabû, li gellek peroşî xwe avêt ber pencirê.

     – Waaaw… Ba li ba bûye… Pelên daran weşandine erdê. Dar bi gulîyên xwe mere dest lê badike. Dem dema Gelarêzan e.

     Belê… Pir rast digot, Guldexwîn.

     Dem dema Gelarêzan bû.

     Dilşa Xanim, dapîra Guldexwîn, îro kincê Guldexwîn qalind lêkir. Lewra der sar bû, hewa ba û bahozî bû. Gîzme lingê wê lêkir û berbaranek piçûk da dest wê. Rengê gîzme û berbarana Guldexwîn kinûşik bû.

     Wexta Guldexwîn derket der, hevalên wê jî topî serê wê bûn. Mîrcan, psînga wê, Berxênaz, berxa wê, Yêkdane, kurîya wê û Zerpêrî, balindeya wê, wekî pelên payîza xwe weşandin ser Guldexwîn.

     – Mîyaûûû!… Mîyaûûû!…

     – Meeeee!… Meeeee!….

     – Aaaaîîîîî!… Aaaaîîîîî!…

     – Cîk cîk cîk cîîîîîk!… Cîk cîk cîk cîîîîîk!…

1

     Guldexwîn hember vî bizûtina hevalên xwe gellek şa bû. Wê jî alî hevalên xwe bizav kir.

     Guldexwîn hevalên xwe Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî pir haz dike. Guldexwîn hemî heywanan gellek hez dike.

     Guldexwîn çîçekan, kulîlkan, daran, fêkî û sebzan, kanî û nevalan, sîruşt û baxçan, berf û baran pir hez dikir.

     Lewra Seyda Ehmed, bapîrê wê, Guldexwîn re tim ha şîret dida:

     “Guldexwîn, keça min!… Kî gundê xwe û welatê xwe hezbike, Xwedê jî wan hezdike.

     Kî sirûştê, kulîlkan û nevalan pir hezbike, ew jî wek wan kulîlkan û nevalan rindik dibe. Kî sirûştê, kulîlkan û nevalan hezneke, qelbê wan jî rûyê wan jî qefçil dibin.

     Guldexwîna min! Xwedê Teâlâ, vîyan tabîat pir rind çêkirîye. Lewra tu jî tabîatê pir hezdikî, Xwedê te ha rindik kirîye.

     Keça min! Tu zanî, çima porên te ha rindikin? Lewra tu ewr û asimanan pir hezdikî.

     Tu zanî, çima rûyê te û dewrûyê te ha rindike? Lewra tu gundê xwe û welatê xwe pir hezdikî.

     Tu zanî, çima va her du çavên te ha rindikin? Lewra tu avê û nevalan pir hezdikî.

     Tu zanî, çima va devrûyên te ha rindikin? Lewra tu daran û kulîlkan pir hezdikî.

     Tu zanî, çima devê te û lêvên te ha rindikin? Lewra tu pisîngan, berxan, kurîyan û balindeyan, hemî heywanan pir hezdikî.

     Hinek mirovên bêbext hene, qelbê wan reş û rûhê wan qilêr bûye. Ew bûne dujminê tabiat û sirûştê. Ew daristanan dışewitînin. Behran qilêr dikin. Golan ziha dikin. Li ser nevalan barajan çêdikin, nahêlin bila ava neval serbest birêje. Ew heywananre ezîyet dikin, kuçik û pisîngan birçî dihêlin, zikên heywanen bêkes têr nakin.

     Xwedê Teâlâ vîya tabîat û sirûşt, emanet daye me însanan. Ger em tabîat biparizînin, ger em heywanan merhamet bikin, ger em ax û av, axa welatê me, neval û golên welatê me hezbikin.

     Kî tabiatê hezbike, kî welatê xwe hezbike, kî gelê xwe hezbike û ji bo serfîrazîya mîlletê xwe û ji bo serxwebûna welatê xwe xebat bike, Xwedê Teâlâ Rabb’ûl Alemîn jî wan hezdike.”

2

     Guldexwîn û hevalên wê, îro bin çılkên baranan têr bi têr xwe şıl kirin. Nav golên barana lîstin. Pelên daran komkirin; pelên zer.

     Sîyaben û Rozerîn pirsîyan:

     – Guldexwîn, em wê pelên zer çi bikin?

     Guldexwîn bersiv da:

     – Em van pelan bibin mal, li dîwarê bizeliqînin. Wêçaxê urfeyê me wek bostanên gundê me bedew dibin. Bêhna dar û pelan tên.

     – Hûrraaa, bijîîî.

     Sîyabend û Rozerîn li ber vî pêşnûmaya Guldexwîn gellek şa bûn.

     Hevra teradî kirin.

     Ka kî zêde pelan kom dike?

     Li wexta pelên dara kom dikirin û bin çilkên barana xwe şil dikirin, hevra strana digotin:

     – Baran barî Gulê Gulê,
     Tene teneeeee…
     Vana rêçên were Gulê,
     Min û te neeeee…
     De bilezin Gulê Gulê,
     Zu bimeşiiiiin…
     Rojên giran were Gulê,
     Li benda me neeeee…
 
     Baran barî Gulê Gulê,
     Hûr hûr lêkiiiiir…
     Gul û sosin were Gulê,
     Rengê xwe vekiiiiir…
     Çiya û zozan Gulê Gulê,
     Tev xemilîîîîn…
     Kanî û rûbar were Gulê,
     Tevde der kiiiiir…
 
     Baran barî Gulê Gulê,
     Her der xweş kiiiiir….
     Dar û zevî were Gulê,
     Tevda geş kiiiiir…
     Tu ciwanî Gulê Gulê,
     Pir bedewîîîî…
     Dilê fesadan were Gulê,
     Te pir reş kiiiir…

 

3 - Kopie

     Lê wexta Guldexwîn, Sîyabend, Rozerîn, Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî mergê gund dilîstin, pelan kom dikirin, bin çilkên barana xwe şil dikirin, Seyda Ehmed û Dilşa Xanim jî malde hevra gelagal dikirin.

     Her du kokim jî derdmend, xemgîn û xemgîrî bûn. Pev re derdê xwe li ser Guldexwîn digotin:

     – Seyda, va peyhatîya Guldexwîn çawa dibe? Wexta ew mezin bû, em çi bikin?

     Gîrîya, Dilşa Xanim. Wexta va pirsa ji Seyda Ehmed, mêrê xwe re dipirsîya, êstirik ji çavên wî dirijîya.

     Seyda Ehmed bersiv neda. Devê xwe ve nekir. Mêze erdê dikir û kûr bi kûr mijûl dibû. Ponîjîn, Seyda Ehmed, ket fikr û ramanan.

     Dilşa Xanim dîsa pirsîya. Dixwest ku tev mêrê xwe, hevalê jîyana xwe, li ser peyhatî û pêşendeya Guldexwîn qisse bike, şore bike:

     – Belê Seyda, wexta ew dema hat, em çi bikin?

     Seyda Ehmed hêlimek pir bi kûr kişand û ha got:

     – Nezanim, Xanim, nezanim. Gula min, ronahî û rindîtîya jîyana min, nîmet û bereketa mala min, zada dilê min, ez jî nezanim.

     – Seyda, Xwedê te ser me kêm neke. Xwedê omrê Guldexwîn dirêj bike. Wexta mezin bû aqil dike, fam dike, gzêr dike. Ji mere dipirse…

     – Belê, dipirse… dipirse… dipirse…

     – Em bibêjin çi?…

     – Nezanim. Ez jî nezanim. Qe tiştek nê bîra min.

     – Lê wexta… wexta… ???

     Gîrîya, Dilşa Xanim, gîrîya. Nekanî hevoka xwe xelas bike.

     Seyda Ehmed destên xwe avêt bin feka Dilşa Xanim, bi evîn jêre mêze kir, dûra pê bîçîyên xwe êstirikên jina xwe ziwa kir.

4

     Dilşa Xanim bi çavên gîrayî mêze mêrê xwe kir û got:

     – Ez nexwezim bila Guldexwîn me berde, Seyda. Bê Guldexwîn, ez nekarim bijêm, nekarim jîndarîya xwe domî bikim.

     Seyda Ehmed jî gîriya.

(domî dike)

     SİİRT’TEN ÖTE

     19’Ê KANÛN 2012


Parveke / Paylaş / Share

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir