Bûka Berfê – Xwîşka Zvistan

Parveke / Paylaş / Share

 

 

 

 

 

 

GULDEXWÎN

Nivîskar:

İbrahim Sediyani

Wênesaz:

Zişan Özeke

≈ SİİRT’TEN ÖTE ≈

sediyani guldexwin

 

Beşî 9. 

BÛKA BERFÊ – XWÎŞKA ZVISTAN

     – Hmmm, ûûûhhh, îro çima ez ha bêhalim? Xewînîyek gran lis er min heye…

     Wexta sbe li ser cilê çavên xwe vekir, xwexwere wan peymanan şore dikir, Guldexwîn.

     Belê, îro xewînîyek pir bi gran hebû ser ewa keçka piçûk. Nav cilê xwe çerixîya wê alî, xwe xwe çerixîya vî al; na, çi dikir ew xewînî li ser wê ne radibû.

     Guldexwîn kîngê xwe çerixîya ber vî alî, çavên wê piçûk û morî çûn li berî cama pencirê. Çaxa çûn li berî camê, mîna cexiz mezin bûn ew her dû çavên morî:

     – Berfooooooo, berfooooooo, qêrîya Guldexwîn.

     Weqas şa bû ku Guldexwîn, xaftila li cilê xwe pijiqîn û pengizîya ser lingan. Bazda ber pencirê, mêze der kir.

     Li der, berf dibarîya. Her derê gund, gundê Nehrî, rûpiştî spî bû. Pelûl pelûl berf dibarîya.

1

     Guldexwîn gellek şa bû û bi lezî bazda urfê malê, cem dapîra xwe Dilşa Xanim û bapîrê xwe Seyda Ehmed.

     – Dayêêêêê, bavooooo!… Derda berf dibare. Ma we mêze der kir? Li der berf dibare. Her derî gundê me spî bûye.

     Seyda Ehmed quncikê urfê rûniştî û ser rahlê Qûr’ân dixwend. Dişla Xanim jî metbaxê xwernîyê amade dikir. Kîngê Guldexwîn pir bi şahî qêrîya, Dilşa Xanim jî hat urfê.

     Wexta dapîr û bapîrê xwe hevra dît, peyamên xwe dubare kir, Guldexwîn:

     – Dayê, bavo!… Berf dibare. Li der berf dibare. Her derî gundê me spî bûye.

     Seyda Ehmed serê xwe ber rahlê û Qûr’ânê rakir û mêze newîya xwe kir, Dilşa Xanim jî bi çavên rûken mêze her duyan kir.

     – Belê, keça min, belê, zvistan hat, got Seyda Ehmed. Xêr hatîye, xweşî hatîye. Li ser ser û çavên me hatîye.

     Guldexwîn va peyvên Seyda Ehmed fam nekir û pirsîya:

     – Pisitan hatiye? Kanê, kûdere? Çûye kîyan urfê?…

     – ???

     – Haaa, zanim! Çûye devrûyê xwe dişo…

     Seyda Ehmed û Dilşa Xanim ber vî gotina Guldexwîn pir bi deng kenîyan:

     – Hahahahaha… Guldexwîn, keça min, kulîlka min! Ne pisitan; zvistan, zvistan! Zvistan ne însane. Zvistan navê vê wezrêye. Wexta berf dibare û hewa sar dibe, lê her der spî dibe, navê vê wezre em dibêjin “zvistan”, got Dilşa Xanim û newîya xwere aşikar kir.

2

     Dura jî Seyda Ehmed domîya belitandinê kir:

     – Gula min, nava salek, çar wezre hene: Bihar, Havîn, Payîz, Zvistan. Ka tû jî bibêje..

     – Bihar, Yavîn, Bawîz, Pisitan.

     Seyda Ehmed û Dilşa Xanim ber vî navlêbûntîya Guldexwîn pir bi deng kenîyan:

     – Hahahahaha… Guldexwîna min, Guldexwîna min, Xwedê omrê te dirêj bike. Te me kenanda hişk kir. Guldexwîn, keça min, kulîlka min! Ne pisitan; zvistan, zvistan! Û ne bawîz; payîz! Ne yavîn; havîn!

     Dilşa Xanim got:

     – Porzera min, çîçeka min, ez navên wezran dibêjim, tû jî peyvên min ducar bike, temam?

     – Temam…

     – Haaaaa-vîn.

     – Haaaaa-vîn.

     – Aferîn ji tere… Paaaaa-yîz.

     – Paaaaa-yîz.

     – Gellek baş…Ziiiii-viiiis-tan.

     – Ziiiii-viiiis-tan.

     – Aferîn ji tere, gellek baş, gellek baş… Nha bibêje: Zvistan.

     – Pisitan.

     Seyda Ehmed û Dilşa Xanim dîsa bi deng kenîyan:

     – Hahahaha… Keçê, keçê, keçê!… Xwedê te biparizê keçê, Xwedê omrê te dirêj ke. Ger tu nebûna, em du însanên pîr û kokim, hindir vê malê çi dikir? Çawa hedûra me dihat?

     – Ê min pisitan rast goooot?

     – Hahahahaha… Guldexwîn, Guldexwîn, ez tere bêjim çi? Keçê, ne pisitan; zvistan, zvistan!

     – Ê ez jî wer dibêjim. Pisitan!

     – Guldexwîna min, mêze, balkêş bike: Bihar, Havîn, Payîz, Zvistan.

     – Bihar, Yavîn, Bawîz, Pisitan.

     – Hahahahahahaha… Keçê, keçê, keçê!… Xwedê te biparizê keçê, Xwedê omrê te dirêj ke.

     Li newîya xwere hêvî kir, Seyda Ehmed. Dura Dilşa Xanim got:

     – De biçe devrûyê xwe bişo, were xwernîya xwe bûxwe.

     – Hûrrraaaa, bijîîîîî…

     Guldexwîn çû devrûyê xwe şoşt û hat ser sifrê.  

     Ew dû kokimên dilgeş, tev newîya xwe rind û kenok xwernîya xwe kirin. Wexta ser sifrê rabûn, Guldexwîn got:

     – Lê ez diçim der dilîzim. Hevalên min ser min disekinin.

     Dilşa Xanim got:

     – Peyhatî, keça min! Lêbelê der sare, kirasên xwe ger îro stûr xwebikî.

     Dilşa Xanim çû kincên Guldexwîn hani. Keça xwe gora zvistan stûr xemiland.

     Guldexwîn pir bi kêfxweşî xwe avet der. Hevalên wê ji komî wê bûn. Mîrcan, psînga wê, Berxênaz, berxa wê, Yêkdane, kurîya wê û Zerpêrî, balindeya wê.

     Der şabûn û qêrqêrîna gûndîyan dihat. Keç û xortên gundê Nehrî stranan digotin û dengê wan dihat Guldexwîn:

     – Lo lo dilo, lo lo dilo,
     Bêje bêje, reben dilo,
     Lo lo dilo, lo lo dilo,
     Bêje bêje, reben dilo,
     Çima ji bo eşqa keçê,
     Ez dikşînim derd û kulo,
     Çima ji bo eşqa keçê,
     Ez dikşînim derd û kulo?
 
     Çîyayê me tew lê baye,
     Dara şîlan nu pel daye,
     Çîyayê me tew lê baye,
     Dara şîlan nu pel daye,
     Min bi teva dil girtîbû,
     Îro şûnê kes ne maye,
     Min bi teva dil girtîbû,
     Îro şûnê kes ne maye.
 
     Lo lo dilo, lo lo dilo,
     Bêje bêje, reben dilo,
     Lo lo dilo, lo lo dilo,
     Bêje bêje, reben dilo,
     Çima ji bo eşqa keçê,
     Ez dikşînim derd û kulo,
     Çima ji bo eşqa keçê,
     Ez dikşînim derd û kulo?
 
     Ne zvistan ne bihare,
     Berf dibare çiqas sare,
     Ne zvistan ne bihare,
     Berf dibare çiqas sare,
     Min gula xwe wunda kir,
     Derdê min bûye sed hezare,
     Min gula xwe wunda kir,
     Derdê min bûye sed hezare.
 
     Lo lo dilo, lo lo dilo,
     Bêje bêje, reben dilo,
     Lo lo dilo, lo lo dilo,
     Bêje bêje, reben dilo,
     Çima ji bo eşqa keçê,
     Ez dikşînim derd û kulo,
     Çima ji bo eşqa keçê,
     Ez dikşînim derd û kulo?
 
     Guldexwîn, Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî hevra çûn ber derîyê mala malbata Sîyabend.
 
3

     Guldexwîn banga hevalê xwe kir:

     – Sîyabeeeend, Sîyabeeeeend!…

     Ayşan Xanım, dîya Sîyabend, dengê Guldexwîn bîst û hat ber pencirê:

     – Rojbaş Guldexwîn! Tu bi xêr hatî.

     – Rojbaş Xaltîya Ayşan. Ma tû zanî? Pisitan hatîye. Bila Sîyabend bê der, em biçin pisitan.

     Ayşan Xanim gotina Guldexwîn fam nekir:

     – Vişşş, keça min! Na pisitan çîye?

     Guldexwîn şaşmî bû:

     – Xaltî, ma tû nizanî pisitan çîye? Pisitan ew kese kû mere berfê dîtînê. Her derê gûndê me spî dike. Seyda Ehmed got, vana çar hevalin: Bihar, Yavîn, Bawîz, Pisitan.

     Ayşan Xanim ber vî peyvên Guldexwîn gellek bi deng kenîya:

     – Hahahahaha… Keçê, keçê, keçê!… Xwedê te biparizê keçê, Xwedê omrê te dirêj ke. Navê wê ne pisitan e, keça min. Zvistan e, zvistan e! Zvistan… Bihar, Havîn, Payîz, Zvistan.

     Wê gava Sîyabend jî hat ber pencerê û got:

     – Ûûû, Guldexwîn tu bi xêr hatî.

     – Sîyabend, were der, ez bo te hatim. Em herin nav berfê bilîzin.

     – Bisekin, aniha têm.

     Sîyabend hat der û hevra xatirê hev pirsîyan. Dûra Guldexwîn, Sîyabend, Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî, hevra bazdan ber mala malbata Rozerîn.

     Wexta hatin ber derê mal, bavê Rozerîn, Ferhat Efendî, pê bêrê berfa ber malê paqij dikir. Sîyabend û Guldexwîn silav dan bavê Rozerin:

     – Rojbaş Xalê Ferhat. Ma Rozerîn li male?

     – Belê, belê. Lê diçe ku?

     Guldexwîn got:

     – Ka bang lê bike, bila were der em bilîzin. Ma tu zanî Xalo, pisitan hatîye.

     Ferhat Efendî gotina Guldexwîn fam nekir:

     – Te got çi bûye, çi bûye? Keça min! Pisitan kîye na?

     Guldexwîn şaşmî bû:

     – Xalo, ma tû nizanî pisitan kîye? Pisitan ew kese kû mere berfê dîtînê. Her derê gûndê me spî dike. Dilşa Xanim got, wexta pisitan hat, her derik pir sar dibe, zarok balkêş nekin hêçî zû nexweş dibin.

     Ferhat Efendî ber vî peyvên Guldexwîn gellek bi deng kenîya:

     – Hahahahaha… Keçê, keçê, keçê!… Xwedê te biparizê keçê, Xwedê omrê te dirêj ke. Navê wê ne pisitan e, keça min. Zvistan e, zvistan e! Zvistan… Bihar, Havîn, Payîz, Zvistan.

     Wê gava Rozerîn jî hat ber pencerê û got:

     – Guldexwîn, Sîyabend, wûn bi xêr hatin.

     – Rozerîn, were der, em hemo bo te hatin. Em herin nav berfê bilîzin.

     – Bi dilşahî, aniha têm.

     Rozerîn hat der û hevra xatirê hev pirsîyan. Rozerîn pirsîya:

     – Lê em çi bikin?

     Sîyabend bersiv da:

     – Em biçin daristana gûnd, xwere sêvê sor kom bikin. Dilê min sêv dixweze.

     Guldexwîn û Rozerîn li ber vî peyamên Sîyabend gellek kenîyan:

     – Hahahahaaha..  Sîyabend, na tû dibêjî çi? Gelo, caran pisitan sêv hene? Qay wexta pisitan hat, sîrûştê çi sor û hêşin hebin, hemî wunda dibin. Pisitan her der spîye. Tenê berf heye.

     Sîyabend got:

     – Hmmm, raste… Lê em çi bikin?

     Guldexwîn bersiv da:

     – Ez zanim! Em herin pê xwere bûka berfê çê bikin..

     – Hûrrraaaa, bijîîî… Belê, em bûka berfê çê bikin?

4

     Guldexwîn, Sîyabend, Rozerîn, Mîrcan, Berxênaz, Yêkdane û Zerpêrî, hevra bazdan ber mêrga gûnd, xwere bûka berfê çê bikin.

     Bûka berfê.

     Bûka berfê û xwîşka “pisitan”.

(domî dike)

     SİİRT’TEN ÖTE

     22’YÊ KANÛN 2012/13

 


Parveke / Paylaş / Share

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir