Zarokên Şemzînanê Şekirên Îdêne

Parveke / Paylaş / Share

 

 

 

 

 

Zarokên Şemzînanê Şekirên Îdêne

(Şemdinli’nin Çocukları Bayram Şekerleridir)

 

     Îro Guldexwîn pir bikelecanî hişyar bû. Lewra îro Îda Remezanê bû.

     Bapîrê wê Seyda Ehmed, duh êvarê newîya xwe Guldexwîn re got:

     “Remezan, diyariya Xwedê Teâlâ ji bo hemî însanane. Rojî ji bo mezinan, îd jî ji bo zarokane. Xelata mezinan, rojî, sî roj, xelata zarokan, îd jî sê rojin. Guldexwîna min, kulîlka min! Rojên me mezinan îşev xelas bûn. Me sî rojan rojîyên xwe girt. Sibe jî rojên we zarokan destpê dikin. Îda Remezanê. Rojên we zarokan sê rojin. Vîya sê rojan dilê te çi dixweze bibêje, şerm neke. Em, kesên mezin, zarokan çi qasî dilxweş bikin, Xwedê Têâlâ jî ji ew qasî razî dibe.”

     Wexta Guldexwîn sibe zû hişyar bû, heman derhal ser û cilên xwe guherandin û ji derencekan bazda jêrê. Çû cem dapîra xwe Dilşa Xanim û destên wê pêgirt:

     – Dayê! Destên xwe bide ez maçî dikim, îda te pîroz bikim.

     Li ber wî bzava Guldexwîn, Dilşa Xanim bi deng kenîya:

     – Hahahaha… Guldexwîna min, kulîlka porzera min! Dema cejnê hîna destpê nekiriye. Lewra hîn zilaman nimêja îdê nekirin. Kîngê Seyda Ehmed mizgeftê vegerîya, cejna Remezanê wêçaxê destpê dike.

     – Hiii… Lê Seyda Ehmed kîngê ji mizgeftê vegere?

     – Pir nemaye, gula min! Hinekî sebr bike.

     – Lê ez heta vîçaxê çi bikim?

     – Haha.. Were metbaxê minre alikarî bike. Em hevra xwerniyê amade bikin.

     – Belêêê, got Guldexwîn û gellek şad bû.

     Guldexwîn û dapîra wê Dilşa Xanim bi hevre xwerniyê amade kirin, sifre xemilandin.

 

guldexwîn-1-001.jpg

 

     Çend deqqe şûva Seyda Ehmed hat:

     – Sibeha we xêr, gula mina mezin bi reng sorik û gula mina piçûk bi reng zerik.

     Li ber van îltîfatên Seyda Ehmed, Dilşa Xanim û Guldexwîn gellek dilgeş bûn:

     – Sibeha te jî xêr, Seyda. Xwedê te li serê me kêm neke.

     – Ê de werin em îda hev pîroz bikin. Guldexwîn, de hadê!..

     Seyda Ehmed û Dilşa Xanim çûn ser palkursî rûniştin. Guldexwîn jî hat sifte destên Seyda Ehmed, dûra jî destên Dilşa Xanim maçî kir:

     – Îda we pîroz be.

     – Îda te jî pîroz be Guldexwîn. Xwedê omrê te dirêj bike.

     Dura Seyda Ehmed dest avit girfanê xwe û hinek pere derxist:

     – Hah, Guldexwîna min! Vîyan jî xerciyê teye.

     – Zor spas, bavo!

     Wextê dûra jî Seyda Ehmed û Dilşa Xanim îdên hev pîroz kirin, Guldexwîn mûriza xwe tirş kir û got:

     – Tooo, ma pîrozkirina îdê caran wha dibeee? Tenê bi gotinê? Na, wha nabe. Bila Seyda li Xanimê maçî bike.

     Seyda Ehmed li ber vê gotina Guldexwîn pir hişk dikene. Dilşa Xanim jî destê xwe dibe ber devê xwe û dibêje:

     – Wişşşş! Keça min, eybe eyb. Va çi qezîne tu dibêji?

     Seyda Ehmed jî tîqetîqa wîye, hîn a hîn dikene. Lêbelê Guldexwîn heter dike:

     – Naaaa, naaaa! Pîrozkirina îdê wha nabe! Ger Seyda Xanimê maçî bike…

     Seyda Ehmed ji mecbûrî, Dilşa Xanimê maçî dike. Dilşa Xanim dikene û dibêje:

     – Guldexwîn, Guldexwîn! Ez ji tere bibêjim çi? Te dîsa soxinî marîfeta xwe mere nîşan da.

     Dura Seyda Ehmed newîya xwe Guldexwîn digre hembêza xwe û wêre dibêje:

     – Keça min! Cejn cejna we zarokane. De hâdê here der, tevî hevalên xwe cejnên hev pîroz bikin û hevra biçin şekir kom bikin.

     – Hûrraaaa, bijîîî, dibêje Guldexwîn û diavêje der.

 

guldexwîn-2-001.jpg

 

     Guldexwîn diçe der û bazdide.

     Li kolanê rastî hevalên xwe Sîyabend û Rozerîn tê. Silavê dide hevalên xwe:

     – Rojbaş Siyabend… Rojbaş Rozerîn…

     – Rojbaş Guldexwîn…

     – Îda we her dûyan pîroz be.

     – Îda te jî pîroz be. Kûva?

     – Ezê jî dihatîm cem we. Bapîrê min Seyda Ehmed got, rojên îdê rojên zarokanin.

     – Belêêê… De em biçin şekir kom bikin.

     Guldexwîn, Siyabend û Rozerîn, di destên wande tûrikên naylonî, pir bi dilgeşî bazdidan.

     Mal bi mal digerîyan, li derî dixistin. Wexte kesik derî vedikir, her sê hevra digotin:

     – Rojbaş, Rojbaş… Îda we pîroz be… Rojên îdê rojên zarokanin… Em hatin ji bo şekir û xerciyên xwe.

     Mal bi mal digerîyan, Guldexwîn, Siyabend û Rozerîn. Wextê nav kolanan de bazdidan, bi hevre stranan digotin:

     – Sibê zû şiyar bûma,
     Pêxas û bê şal bûma,
     Ling terikî lêvên zuha,
     Xwezî dîsa zar bûma.

     Çawa berx bêzar bûma,
     Bê mal û bê kar bûma,
     Rihê saadet dilê can,
     Xwezî dîsa zar bûma.

     Hespê kinik sîwar bûma,
     Ji çîyê berwar bûma,
     Bimama bê nav û deng,
     Her tek tenê zar bûma.

 

guldexwîn-3-001.jpg

 

     Xwudîyên malan li ber vîya mêvanên pçûk gellek şad dibûn. Şekir didan van mêvanên pçûk, xercî didan. Her du çavên wan morî maçî dikirin, her du gewrîyên wan şêrîn maçî dikirin.

     Guldexwîn, Siyabend û Rozerîn heta dema esrê şekir kom kirin. Barek şekirê wan bû.

     Dema esrê vegeriyan mala malbata Guldexwîn. Lê wexta atin mala malbata Guldexwîn, dîtin ku dê û bavê Siyabend jî, dê û bavê Rozerîn wane wê derêne. Bûna mêvanê Seyda Ehmed û Dilşa Xanim.

     Atine îda wan pîroz dikin.

     Ayşan Xanim û Hecî Îsmail, dê û bavê Siyabend, bûne mêvanê Dilşa Xanim û Seyda Ehmed.

     Gulazer Xatûn û Ferhat Efendî, dê û bavê Rozerîn, bûne mêvanê Dilşa Xanim û Seyda Ehmed.

     Kîngê zarokên cejna zarokan, zarokên mîna kulîlkên Şemzînan, atin hindir malê, bazdan hembêzên mezinan.

     Seyda Ehmed, Dilşa Xanim, Hecî Îsmaîl, Ayşan Xanîm, Ferhat Efendî, Gulazer Xatûn, pir kêfxweş bûn.

     Ew zarokên şêrîn, Guldexwîn, Siyabend û Rozerîn girtin hembêzên xwe û têr bi têr hez kirin. Hez kirin û têr bi têr maçî kirin.

 

guldexwîn-4-001.jpg

 

     Îro, roja îdê bû. Lê îd, cejna Şemzînan bû.

     Zarokên Şemzînanê jî şekirên wê cejna manîdar bûn.

     Şemzînaaaaan, Şemzînan. Roj roja teye, îd îda zarokên tene.

     Îda te mubarek be, Şemzînan.

sediyani@gmail.com

     —–

     (*) Ji pirtûka “Guldexwîn” a İbrahim Sêdiyanî aniye jêgirtin.

guldexwîn-5-001.jpg

guldexwîn-6-001.jpg

 


Parveke / Paylaş / Share

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir